ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA SIBATÊ 2023'AN

ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA SIBATÊ 2023'AN

NIRXANDIN

Li gel Tirkiye û Kurdistanê, bi giştî mirovahî di meha Sibatê de bi karesateke bobelat a xwezahî re rûbirû man. Ev karesata ku navenda xwe Gurgum (Maraş )bûn, di  6’ê Sibatê de bi du erdhejên mezintir pêkhat. 25 jê hevpîşeyên me bi deh hezaran can jiyana xwe ji dest dan. Bi sedhezaran kes birîndar bûn û bi milyonan kes jî bê mal û bê debar man. Ji ber vê êş û jana mezin em; ji bo hemu canên ku koçê axa sar kirin dubare rehmet, ji birîndharan redi zutir de başî û ji xwediyên êşêre jî sebir hêvî dikin.

Di nava hemu zor û zehmetiyên vê karesatê de rojnamegerên li ser şopa heqîqetê li derve di bin sar û seqemê de, di bin çadir û avahiyên şikestî yên  li ber hilweşînê de kêliyek jî dev ji xebatê bernedan û ji bo rayagiştî rastiya vê rewşê bibîne kar û xebatên xwe yên ragihandinê kirin. Lê ji aliyê hikumetê ve kar bi vê kelecanê nedihat kirin. Yekserê civakê li henber êşa vê karesatê bi yek dengek dikir qîrîn û digot “dewlet û hikumet li ku ye.” Rojnamegeran jî vê hawara gel dikir nûçe û didan ber weşanê. Ji bo kesê di bin kavil de bûn kêliyek dem jî zêdetir girîng bûn. Hela Ji bo kesên li der ve û li benda hatina hewarê bûn kêlî demê qe nizanibûn biqede. Di vê rewşê de jî hikumetê me  rojnamegeran kir hedef. Gelek ji van rojnamegerên ku ji roja destpêka erdhejê ve di riyan de, di nav gel û çadıran de, li ser û bin kavalan rewşê radigihandin an rastî tundiyê hatin, an gef li wan hat xwarin, an jî hatin binçavkirin. Em wek Komaleya Rojnamegerên Dîcle Firatê  her car gotiye ku em van kiryaran napejirînin û careke din jî dubare dibêjin cihê ku rojnameger bên astengkirin teqes tişteke ku li wê hatiye vaşartin heye. Divê baş bê zanîn ku şert û mer di çi astêde dibe bila bibe dê rojnameger li ser karê xwe bin û hewl bidin ku rastiya geşedanan ji raya giştîre ragihînin.

Rojnamegerên li 11 bajarên ji erdhejê bandor bun rewşê dişopidin û dikrin nûçe ji aliye Serokê RTÜK’ê Ebubekir Şahin ve bi van gotinên; “ne hedê kesiye ku nûçeyên bêmoralkirinê çêke” hedef hatingirtin girtin. Di yekserê mehê rê li ber gelek rojnamegeran hat girtin û nehiştin li ser erdhejê nûçe çêkin û weşanê bikin.

Rojnameger Mir Ali Koçer, dîmena polîsê ku dibêje “dewlet livir e” û nahêle li Maraşê kesê ku li ser bêserûberbûna Koordinasyona Eerdhejê biaxive asteng dike ji raya giştî re parvekir.

Li gel astengiyên pêk hatin rojnamger rasterast rastê  êrişan jî hatin. Nûçegihan Sevgi Şahin û kamereman Omur Dikme yên Fox TV’yê aşkera kirin ku ew li navçeya Pazarcik a Gurgum’ê di dema weşanê de rastî êrişa hin kesên li herêmê bûn hatine. Rojnameger Rabia Çetin jî got: “Wê li Semsurê (Adıyaman) di kêliyên xirabeyên Sîteya Umut dişopandin cerdevanên bi qasî 15 kesan dema dîtin ez rojnamegerim êrişê min kirin û xwestin min lînç bikin. Lê ji aliyê mexdurên erdhejê ve ji destên wan hatim rizgarkirin.”

Kesê ku ji erebeya xwe peya bû û di dest de çakuş êriş bir ser ekîba Halk TV’yê ya li Meletyê piştî erdhejê rakirina xirabeyên avahiyan dişopîne.

Li Amemdê ji roja 8’ê Sibatê û şûn ve ji bo rojnameger karibin xebatên rizgarkirinê yên di avahiyên xirabe de tên kirin bişopînin ji bo yên li Tirkiyê şerta Karta Turkuaz û ji bo biyanîyan jî şerta akrediteyê derxistin. Hat xwestin ku serlêdana Miduryeta Heremê ya Serokatiya Ragîhandina Rojnamegeran bikin.

Di pêvajoyeke wisa de divê desthilatdarî hemu hêz û werza xwe neji bo astegkirina rojnamegeran, ne bi fetisandina azadiya raman, divê ji bo pêwîstiyên leşzgîn ên gel bixe meriyetê. Rojnameger ji bo bandora erdhejê çiqabûn, hemu felaketên ji ber erhejê çewa hitiye jiyîn, encamên erdhejê dê çewan be bê navber dê ragihîne. Ne pêkane binçavkirin, tundî û ji karderxistin karibe rê li ber rastî û heqîqetê bigire.

Çewan ku hikumet berpirsê bersivandina her cure pêwîstiyên maxdurên erdhejê ye; Rojnameger jî di heman astê de  berpirse ku pêwîstiyên pêk nayên ji bo wergirtina mafên agahiya gel xebatên xwe bike. Rojnameger, lazmatiyên gel ên ji aliyê hikumetê ve pêk nehatine dike nûçe û dê ji vir şîn ve jî bi heman biryarê berdewam bike.

Rojeva lêpirsîn û darizandina rojnamegeran ji bo rojnamegeran wek karesata erdhejê ye. Di ser girtina 16 rojnamegerên ku 16’ê Hazîrana 2022’an de hatin girtin 9 me derbas bû. Lê hê jî angaştname nehatiye nivîsandin. Naye zanîn çima ewqa demdirêj di nava çar dîwaran de girtî hatine hiştin. Parêzerê rojnamegerên girtî û hevpîşeyên heta îro derbarê hinceta girtina ven rojnamegerên girtî de tu agahî ji berpirsên pergala darazê negirtine. Baş tê zanîn ku ev rewş bi serê xwe rêbazeke din a cezakirinê ye. Em careke din daxwaz dikin ku lêpirsîn bê dawîkirin û rojnameger serbest bên berdan.

Li ser navê Çapameniya Azad û rojnamegeriyê  dozeke din a girîng jî doza 29’ê Cotmehê ya 9 rojnamegearn e. Angaştnameya piştî sê meh û nîv derket ji  210 rûpelan pêk tê. Ev jî bêtir derbarê 149 nûçeyên di Ajansa Mezopotamyayê de derketine ye. Ev angaştnamejî nîşan dide ku rojnameger ji ber nûçeyên çêkirine hatine girtin û tên darizandin. Em banga hemu rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê dikir ku roja 16’ê Gulanê werin û tevî danişîna vê doza rojnamegeran bibin.

 

NÎŞE: Daneyên di raporê de cih digirin ji Ajansa Mezopotamya, JinNews, Bianet, Evrensel û MLSA Turkey, expressioninterrupted.com, ifade.org.tr @engelliweb, freewebturkey û hin rojnameyên niştimanî û navneteweyî hatine girtin.

-Daneyên di raporên tên parvekirin de dibe ku ne wekhev bin. Komaleya me di encama lêkolînê de ev hejmarên herî kêm derxistine. Dibe ku ev hejmar û dane zêdetir be.

-Hejmara “rojnamegerên hatine girtin” naye vê wateyê ku ew rojnameger hê di girtîgehê de ne, dibe ku piştî girtinê hatibin berdan jî.