NIRXANDIN
Di meha Gulanê de neqebeke girîng a dîroka welêt li paş ma. Demeke dirêj e zextên desthilatdrariya AKP-MHP’ê li ser gel ku bi xidarî dihat meşandin di nav gel de ji her aliyê ve bi giranî dihat hiskirin. De serdemeke têkçûyî ya aborî, siyaset û azadiyê de hilbijartina serokkomarî û parlamenteriyê pêk hat.
Bi hêviya ku ev rewşên têkçûyî yên li jor hetin destnîşankirin re çareseriyek bê avakirin hilbijartin pêk hat. Lê bi encamên ku rewşa heyî berdewam bike hilbjartin bi dawî bû. Ji bo rojnamegeran û rêxistinên pîşeyî yên çapameniyê desthilatdarî ji kîjan paritiyê an go paritiyan pêk tê wêdetir di piratîkê de ev partî çiqasa rê li ber mafan û azadiyê vedikin girîng e. Gotinên me, rexneyên me û dengen me yê tê berzkirin hemû jî ji bo vêne. Pêvajoyeke dur û dirêje ku em di rewşên maf û azadî hatine tengezarkirin de, azadiya raman û weşangeriyê hatiye çewsandin de, mafên wergirtina agahiyan ya gel a hatiye astengkirin de dijîn.
Di têkoşîna me de mexset û miraza bingehîn ev e ku normên gerdûnî yên ji bo azadiya çapameniyê standart in bên afirandin ku rojnameger di çarçoveya pêkanîna kar û barên xwe de bê ku rastê asitengiyek bên misyona xwe pêk bînin.
Wek hemu qadên jiyanê di van mijarên girîng ên rojnamegeriyê de jî di cihê pêşketinê de hê bêtir rewşên xeter derketin holê. Ev di meha Gulanê ya ku me li pişt xwe hişt de ji her aliyê ve li ber çavan e. Ri roja 3’yê Gulanê de ku cihan div ê rojê de Roja Rojnamegerên Cîhanê pîroz dike de Hevseroka Komaleya Me Dicle Muftîoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz deste wan hat kelepçekirin û hatin girtin. Di cîhanê de rewşên wisa hov wek wek rewşên qerfî yên tezên akademiyan de tê dîtin. Di wê rojê de gotin û manşeta me jî ev bûn: “3 Gulanê Roja Rojnamegerên Cîhanê de desten 2 rojnamegeran hat kelepçekirin. Em vê ji bîr nakin…” Teqez em ji bîr nakin û ji bo azadiya çapameniyê têkoşîna me ya heta îro dê hê geştir û xurtir be û bidome. Hevseroka me Dicle Muftioglu û hevpîşeyên me yên din heta çend seet berya wî roja rojnamegeran de ku hatin binçavkirin de jî ji bo azadiya rojnamegeran û rojnamegeriyê şev û rojên xwe ji bo têkoşînê kiribîn yek. Lê niha ew bi xwe di navenda vî pêkhatinên de tên girtin.
Di vê mehê de jî her çend ji bo me mijara astegkirin, zext, binçavkirin û girtina rojnamegeran mijara xemgîniyê be jî lê di rastiya me ya pîşeyî de cihê rastî û heqîqeta me ya têkoşînê be xwe ye.
Li gel ku li der ve têkoşîna ji bo rojnamegerên girtî hat dayîn jî li dij rojnamegeran girtin û binpêkirin jî bê ku raweste berdewam kir.
Armanc û hedefa têkoşîna çapameniya azad zelal e. Ew jî ev e ku li gor pîvanên standar ên çapameniya azad a navneteweyî welatek bê avakirin. Ne ji bo welateke ku di van mijaran de li binî xistibe. HeR wiha ne pêkane ku ev têkoşîn rastî û heqîqenê ji nedîtî ve bê û destûr bide ku ser wan bê giritin. Berovajî ji bo rastiya heqîqetê derkeve holê a ku bikeve ser heta dawiyê dê ji bo wê têbikoşe. Têkoşîna çapameniya azad ji bo vê heye û dê ji bo vê jî dê her hebe.