ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA COTMEHÊ YA 2023'AN

ROPORA DFG'Ê YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA COTMEHÊ YA 2023'AN

NIRXANDIN

Rojnamevanî ji roja weke pîşe yan jî navgîneke ragihandinê dest bi pratîkê kir û vir ve ji bo mirovahiyê xwedî cihekî gelekî girîng e. Piştî ku agahiyên hatin bidestxistin hatin ragihandin û pêşkêşî girseyan hatin kirin, tespîta ku ev nîmeteke jêneveger e, hema bêje ji aliyê hemû civakan ve hat qebûlkirin. Lê belê desthilat heman tiştî nefikirîne. Rojnamevanî ji bo wan weke qadeke bi xeter, divê di bin kontrolê de be û li cihê têrê nake divê di bin zextê de be ye. Îro kesên di qadên rîskê de û di şerên li gelemperiya cîhanê diqewimin de hedef tên girtin dîsa rojnamevan in. Mînaka wê ya dawî di şerê Îsraîl û Filistînê yê didome de hate dîtin. Tenê di nava mehekê de zêdetirî 30 rojnamevanan hatin qetilkirin. Di her şert û mercî de, di şeran de jî divê yên ku pêşî werin parastin rojnamevan bin, lê nayê qebûlkirin ku rojnamevan bi vî rengî werin hedefgirtin û qetilkirin. Berpirsyariya her kesî ye ku rojnamevan di nava şert û mercên ewletir de bixebitin û em bang li aliyan dikin ku vê berpirsyariyê bi cih bînin.

Li Tirkiyeyê meha cotmehê ji aliyê rojnamevanan ve dîsa xerab derbas bû. Her çiqas di nava mehê de hin hevalên me yên rojnamevan ên girtî hatibin berdan jî mîna ku bêjin “divê cihên wan vala nemîne” hin rojnamevan nû hatin girtin. Ev yek nayê qebûlkirin. Herî dawî di 1’ê Mijdarê de nivîskarê T24’ê rojnamevan Tolga Şardan ku ji ber nûçeyeke xwe hatibû binçavkirin û Dilşah Kocakaya ya ku ji ber beşdarî kampanyaya Nobedariya Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya ji bo Ozgur Gundemê bûbû, hatin girtin.

Li gorî rapora me Hevseroka Komeleya me Dîcle Muftuoglû jî di nav de 63 xebatkarên çapemeniyê û medyayê hê jî di girtîgehan de ne. Ji aliyê raya giştî ve baş tê zanîn ku ev rewş çawa li pêşiya azadiya raman û îfadeyê astengiyeke mezin e. Ji ber vê yekê em banga xwe dîsa dubara dikin. Di serî de Hevseroka me û Tolga Şardan û Dilşah Kocakaya yên herî dawî hatin girtin, divê hemû rojnamevan demildest bên berdan.

Wekî ku ji daneyên rapora me tê fêmkirin, ji bo ku rojnamevan di hawireke ewle de peywira xwe pêk neînin, rêbazên cuda tên bikaranîn. Dîsa gelek rojnamevan hatin binçavkirin, hinek ji wan hatin girtin. Her wiha rojnameger rastî muameleya xerab hatin, gef li wan hatin xwarin û nehiştin ku nûçeyan bişopînin. Derbarê hin rojnamevanan de lêpirsîn hatin vekirin, bi dehan rojnamevan dîsa derketin pêşberî dadgeran û hin ji wan jî hatin cezakirin.

Di meha cotmehê de RTUK’a ku weke “lijneyeke qedexekar” tevdigere, biryarên xwe yên cezakirina hin qenalên televîzyonan berdewam kir. Sansura li ser nûçeyan jî bi qedexeya weşanê ya dadgehan berdewam kir.

Lê belê sansur û astengiya herî mezin dîsa me di qedexeyên li dijî mecrayên medyaya dîjîtal de dîtin. Di nava mehekê de 6 malperên înternetê hatin girtin, 2 hezar û 22 nûçe û 682 naverokên medyaya civakî hatin astengkirin. Ev hejmara mezinahiya sansurê ya li qada rojnamevaniyê radixe pêş çavan.

Lê belê rojnamevan heq dikin ku di hawireke ewle de bixebitin û nûçeyên baştir ji raya giştî re ragihînin. Hewldanên kontrolkirinê yên rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên lê dixebitin, bi tenê bi zext û astengdariyên ji rêzê nikarin bên ziman. Divê were zanîn ku heke rojnamevan azad û ewle nebin tu kes nîne. Kesên welat bi rê ve dibin jî di nav de. Ji ber vê yekê, em dixwazin dubare bikin; Destê xwe ji rojnamevanên ku yekane armanca wan ew e ku nûçeyên rast ji raya giştî re ragihînin, bigirin. Bihêlin bila pênûsên azad zêdetir bibin û rojnamevaniyeke baştir bê kirin. Ji bo ev pêk were divê hemû derdorên demokratîk li dijî vê rejîma zordar dengê xwe zêdetir bilindtir bilind bikin û rojnamevanan xurtir biparêzin. Em careke din dubare dikin; #RojnamevanîNeSûce, #RojnamevanNikarinBênDarizandin!