NIRXANDIN
Tirkiye di 14’ê Gulanê de wê biçe ser sindoqan û hilbijartinên xwe yên parlamento û serokkomariyê pêk bîne. Herkes bi yek dengî destnîşan dike ku encama vê hilbijartinê dê bandoreke bêhempa li pêşeroja gelên Tirkiyeyê dijîn bike. Ji bo vê hilbijartina ku ewqas wateyeke mezin û girîng lê tê barkirin “ewlehiya hilbijartinê” jî di nava mijarên sereke de cihê xwe digire. Di ewlehiya hilbijartinê de hêmaya sereke azadiya çapameniyê di nava dorpêçê de ye. Her çend hilbijartin nêz dibe jî zext û dorpêçên li ser medyayê tên zêdekirin. Hemû rojname, malperên nûçeyan, ajans, radyo û televîzyonên ku ne li gor hesab û xwestekên desthilatdariyê weşanê dikin hedef tên girtin û cezayên curbicur li wan tên birîn.
Di demên dawî de rojnamegerên tên binçavkirin û girtin li dijî wan “Yasaya Dezenformasyonê” ya hikumeta AKP-MHP’ê derxist û di raya giştî de ji wê re dibêjin “Yasaya Sansurê” tê bikaranîn. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re rojnamegerên ku mîkrofonê dirêjî welatiyên li dijî polîtîkayên disthilatdariyê dengên xwe derdixin, nerazîbûnên xwe aşkera dikin di çarçoveya vê yasayê de tên binçavkirin, tên girtin û der barê wan de doz tên vekirin. Çapameniya Azad û rêxistinên din ên hevpîşeyî bi yek dengî, hê di serdema destpêka derxistina vê yasaya sansurê de bal kişandibûn ser vê xetereyê û hatibû gotin ku dê ev di pêşiya azadiya çapameniyê û azadiya ramanê de bibe astengeke mezin. Careke din em bi heman biryardariyê dibêjin ku heta ev yasa paşve neyê kişandin dê têkoşîna me bidome.
Desthiltadariya heyî ji hêlekê ve bi “Yasaya Sansurê” darbeyên faşîzane li azadiya çapameniyê dide û ji aliyê din ve jî dema polîs êriş dibe ser çalekiyên girseyî rojnameger tên derbkirin û astengkirin. Di nav meha adarê de îşkence li 8 rojnamegeran hat kirin, 16 rojnameger hatin binçavkirin û rojnamegerek hat girtin. Daraz jî mesayiya xwe ya li dijî rojnamegeran di meha adarê de jî berdewam kir. Der barê 4 rojnamegeran de dest bi lêpirsînê kir û li 5 rojnamegeran jî doz vekir. Di meha borî de di 4 dozên pêk hatin de 2 sal cezayê hepsê û 48 hezar û 746 TL cezayê pere li rojnamegeran hat birîn. 2 hevpîşeyên me jî ji kar hatin derxistin.
Helwesta desthilatdariya AKP-MHP’ê û darazê ya li dij alavên ragihandinê yên wek înternetê jî bi heman rengî pêk hat û 8 malperên înternetê girtin, ji bo 330 nûçeyan û ji bo hezar û 84 navarokên medya sanal jî biryara qedexekirinê derxistin.
Mîsyona Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTÜK) ew e ku, gel ji bo xwe bigihîne agahiyên rast û di vê babetêde bikaribe weşanê bike, derfetan biafirîne. Lê îro di destê hikumetê de li dijî vê misyona xwe bûye gopala zextê. Bi taybet jî di van rojên nêz ên hilbijartinê de kanalên ku propagandaya disthilatdariyê nakin dibin hedefa RTUK’ê. Radeya vê pirî zêde bû ku Serokê RTUK’ê Ebûbekîr Şahîn di ser medya sanal de peyamên heqaretê yên li dijî rojnamegeran parve kir. Moderatorê TV’yek ji bo ku di bernameya xwe de cih da pirtûka siyasetmedar Selahattin Demirtaş bi “provakatoriyê” tewambar kir û bi birîna cezayan gef li kanalê xwar. Piştî vê gefê li kanalan ceza li ser ceza hat birîn. Em bang li RTUK’ê dikin ku dev ji berdevkiya desthilatdariyê berde û dest bi rol û mîsyona xwe ya esasî ya ji bo gel bike.
Hevserokê komaleya me Serdar Altan jî di nav de ngaştnameya 16 rojnamegerên ku di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatibûn binçavirin û piştre hatibûn girtin piştî 10 mehan hê temam bû. Angaştnameya ku ji aliyê dozger ve hat nivîsandin û ji 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê re hat şandin hê tu biryarek ji bo wê nehatiye dayîn. Em li bende ne ku dadgeh der barê angaştnameya ku di 28’ê adarê de gihiştiye ber destê wê de demildest roja danişînê diyar bike û biryara serbest berdana hevpîşeyên me bide. Heta ku ev pêk bê jî em ê bê navber têkoşîna xwe bidomînin.
NÎŞE: Daneyên di raporê de cih digirin ji Ajansa Mezopotamya, JinNews, Bianet, Evrensel û MLSA Turkey, expressioninterrupted.com, ifade.org.tr @engelliweb, freewebturkey û hin rojnameyên niştimanî û navneteweyî hatine wergirtin.
Daneyên di raporên tên parvekirin de dibe ku ne wekhev bin. Komaleya me di encama lêkolînê de ev hejmarên herî kêm derxistine. Dibe ku ev hejmar û dane zêdetir bin.
Hejmara “rojnamegerên hatine girtin” naye wê wateyê ku ew rojnameger hê di girtîgehê de ne, dibe ku piştî girtinê hatibin berdan jî.