Di Tîrmehê de êrişên li ser azadiya fikr û ramanê kêm nebûn. Me meheke tijî êrîşên li ser azadiya ramanê li pey xwe hişt. Desthilata AKP-MHP’ê di siyaseta şer de her ku diçe dibe pergaleleke sîstematîk a faşîzmê. Mînaka vê ya herî berçav girtina ciwanên kurd ên li ber stranên kurdî govend digerandin û jêbirina nivîsên “Pêşî Peya” yên li ser rê hatine nivîsandin e.
Desthilata ku bi hesabên trol ên di ser medya dijîtal de tê birêxistinkirin, pergala faşîzimê bi rexistin dike. Bi van navgînên qirêj li dijberê ziman û çanda Kurd şerekî taybet ê yekser daye destpêkirin. Girtina ciwanên kurd ên li ber kilamên kurdî govend digarandin, jêbirina nivîsên kurdîn yên ji bo hişyariya pîvanên trafîkê faşizm e. Ji avakirina Komara Tirk heta niha di çarçoveya Plana Şark Islatê de asîmîlasyon û cenosaîd li ser kurdan ferz kirine. Di roja me de hişmendiya faşîzmê polîtîka asîmîlasyon û cenosaîd bi argumana nû ya bi navê “Plana Çokşikandinê” xistiye meriyete.
Dîroka kurdan yekser bûye polîtîka têkoşîna li dijî asîmîlasyon û cenosaîdê. Mînaka vê ya herî şênber bersiva rojnamegerên çapameniya azad e. Çapameniya azad di binê van êrişên faşizan de bi weşana rojnameya kurdî bû bersiv. Li gel hemu zext, sansur, kuştin û girtinan jî weşana kurdî her roj hê bêtir xurt bû û heta îro hat. Ev polîtîkayên faşist çawa ku duh bi ser neket, dê îro jî encamê negire. Divê bi xebatên pêşxistina nivîsên kurdî yên wek “Pêşî Kurdî” xwedîderketin bê mezinkirin û rê li ber polîtîka êrişkar bê birîn.
Di meha tîrmehê de êrîşên hikûmeta AKP-MHP’ê tenê li ser azadiya fikr û ramanê bi sînor neman. Li ser çapemeniyê ji zêde bûn û gihişt lûtkeyê. Desthilatdariya faşist şerê li dijî Kurdan bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê jî her diçe kûr dike. Li ser rojnamegerên başûr jî polîtîka êriş û zextan pêş dixe.
Heke em binê hin êrişan xêz bikin; Di 8’ê Tîrmehê de SIHA’ên tirk li Şengalê êrişî peyamnêrê ÇIRA TV’ê Medya Hasan, Peyamnêrê ÇIRA FM’ê Mirad Mîrza û ajokarê seyarê Xelef Xidir kir. Di êrişê de Mirad Mîrza qetil kirin. Di 11’ê Tîrmehê de PDK’ê Peyamnerî Zoom Medyayê Hejîn Fetah, li gel kamereman û ajokar binçav kirin. Murat Yazar ku ji bo kişandina wêneyan çûbûn Herêma Federe ya Kurdistanê, asayişa PDK’ê di 14’ê Tîrmehê de li Zaxo binçav kir. Asayişa Silêmaniyê di 23’ê Tîrmehê de Peyamnêrê Rojnewsê Dêrin Rehîmî binçav kir alavên wî desteser kir.
Herî dawî Mehkemeya Duhokê 3 sal cezayê hepsê li edîtorê beşa erebî yê Rojnîwsê Rojnameger Suleyman Ehmet birî. Suleyman Ehmet 279 roj berya mehkeme biryar bide bi hevkariya PDK û hikumeta AKP-MHP’ê hat revandin.
Li Tirkiyeyê êrişên li dijî rojnamegeran pêk tên ne li gor hiqûqê ye. Hiqûq li gor hişmendiyeke komplo pêk tê. Mînaka vê ya herî germ girtina rojnameger Sadik Topaloglu ye. Sadik Topaloglu û hevalê wî Mehmet Savaş 13’ê Tîrmehê de hatin binçavkirin. Rojnameger Sadik Topaloglu bi angaşta “endamê rêxistinê ye” hat girtin. Sedema girtina Topaloglu ya 13 Tîrmehê jî doza 2022’an bû. Topaloglu wê demê hatibû darizandin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Ev lêpirsîn û ceza jî bi şahidiya mirovekî ku qe beşdarî mehkemeyê nebûye hatiye birîn. Topaloglu bi heman lêpirsînê careke din hatiye girtin.
Wek meha hezîranê di meha Tîrmehê de jî rêveberên MHP’ê di ser weşanên MHP’ê de gef li rojnamegeran xwarin. Serokê MHPê Devlet Bahçelî 63 jê rojnameger bi giştî 154 kesên ku derbarê zelalkirina kuştina Sînan Atêş de lêkoîn kirine kir hedef û gef li wan xwar.
Li aliyê din desthilata heyî RTUK û Desteya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan wek navgineke sansurê bikar anî û ji bo 341 nûçeyan biryara astenkirina xwe gîhandinê da û weşana 6 malperên nûçeyên yên înternetê hatin rawestandin. Di 3’ê Tîrmehê de lisansa Açık Radyo hat betalkirin. Di 11’ê Tîrmehê de platforma dijital a JINNEWS’ê hesabê X @KurmanciJINNEWS bê ku hincetek bê nîşandin ji aliye X’ê ve hat astengkirin. Ji bo malpera înternetê ya Ajansa Mezopotamya “mezopotamyaajansi.net,” di roja 25’ê Tîrmehê 2024’an de Dadgeha Cezayê Sulhê ya Gumuşhaneyê biryara astengkirine da.
Di vê pêvajoya ku hiquq tune tê hesibandin, karineya mehsumiyetê ji holê dane rakirin, êrişên li dijî ziman zêde dibin, hemu muxalîf ji aliyê desthiladariyê ve bi gotina “teröre” tên krîmînalîzekirin de; em ê parastina pîşeya rojnamegeriyê û rojnamegeran serdewam bikin. Em ê her dem ji bo mafê rojnamegeran têbikoşin.
Komeleya Rojnamegeran a DÎcle Firat