RAPORA DFG'É YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA MIJDARÊ YA 2024'AN

RAPORA DFG'É YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA MIJDARÊ YA 2024'AN

NIRXANDIN

Siyaseta qayum a ku li ser nîkaşên berfire hatinkirin, bi tu aywayî ji aliyê gel û siyasetê ve nat pejirandin. Li gel vê jî ev siyaseta darbeyê careke din desthilatdariya AKP-MHP’ê xist meriyete. Destpêkê de bi Esenyurt a Stenbolê dest pêkir û bi Merdîn, Elih, Xelfetî, Dêrsim û Pilurê berdewam kir. Ev pêkanîna qayûm li gelek navandan bû sedemê bertekên mezin. Bi pêkanîna siyasate tayînkirina qayûman re êrişên li ser rojnamegeran jî di vê mehê de derket lutkeyê.

Li gelek deveran li hember qayum, gel daket kolanan û mafên xwe yên protestoyê bikar anîn. Lê bele li gelek nokteyan polis êriş bir ser gel. Ev bertek, çalekî û xwepêşandan bê ku raweste berdewam kir. Di êrişên polîsan de hejmareke zêde hevpîşeyên me jî hitin binçavkirin û şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin. Êrişa li Êlihê di dîroka azadiya çapameniyê de wek bûyereke reş cihê xwe girt. Li Êlihê roja 4’ê Mijdarê li dij qayûm gel daket kolanan. Divê serdemê de bûroya Batman Soz rastî êrişa polîsan hat û muhabîrê rojnameyê Serhat Aslan hat binçavkirin. Roja 5’ê mijdarê Muhabîra JINNEWS’ê Pelşîn Çetînkaya, Rojnameger Mizgîn Sonuk û exebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren bi lêdanê û îşkenceyan ew kirin binçavan.

Di 8’ê Mijdarê de xebatkarê rojnameya Yeni Yaşamê Veysi Akoren dema di kolanê de li gel hevpîşeyên xwe dimeşiyan rastê êrişa kesên rûyên xwe girtî hat. Van kesên rûyê wan bi maske girtî, xwe wek polîs dan nasîn û hewl dan ku rojnameger Veysî Akoren birevînin. Ji ber bertekên gel ên li derdorê nekarîn Akoren birevînin. Li gel daxuyanî û bertekên sazî û dezgeyên çapameniyê jî Waliyê Êlihê di cihê ku navê kesên rûyên wan girtî aşkera beke rojnameger Akoren kire hedef. 

We ku binçavkirin, tundî û astenkirina şopandina nûçeyan a li qadê ne besbû, parvekirina nûçeyên ku rexne li qayûm kirin jî wek suc hat pênasekirin. Muhabîrê 10Haberê Furkan Karabay ji ber ku tayînkirina qayum a di cihê Serokê Şaredarê Esenyurtê  Ahmet Ozer de kir nûce û parve kir hat binçavkirin û dadgehê jî wî girt û kire girtîgehê. Lê ew Qayumê Esenyurtê ku vîna gel xesp kirî jî demildest midûrê çapameniya şaredariyê ji kar avêt. Her du kesên wek kameraman dixebitî jî cihê karê wan guherand.

Li dij çapameniyê ne tene ev êriş pêk hatin. Rojnameger Roza Metina, Ahmet Sumbul, Erdogan Alayumat (rojnamegerê xweser), Bilge Aksu (rojnamegera xweser), Tugçe Yilmaz (Bianet), Suzan Demir (Gazete Duvar), Serap Guneş (rojnamegera xweser), Havin Derya,  Mehmet Uçar (rojnamegerê xweser), Bilal Seçkin (rojnamegerê xweserserbest), Baver Yoldaş , karîkatorîst û rojnameger Dogan Guzel, Berfin Atli û Mehmet Yaşar Abatan bi giştî 14 rojnamegerên ku tenê di berdêla çêkirina nûçeyên xwe de heqdesta xwe girtibû hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina sê rojan Mehmet Uçar û Zana Aksu hatin girtinb.

Di meha Mijdarê de 21 rojnameger hatin binçavkirin. Ev meh darbarê êrişan de bû meha ku herî zêde ya ji êrişên li dijî rojnamegeran re ‘malovaniyê’ kiriye. Hêjmara zêd ya van binçavkirin bi têra xwe nîşandide ku çiqa şert û mercên azad yên xebatê ji holê hatine rakirin. Li ser van encaman mirov kare bêje; azadiya çapameniyê êdi daye kerta herî binî.

Ji aliyê raya giştî ve jî hat dîtin ku tundiya li ser rojnamegeran ne tenê li qadê ye. Ev tundî heta meclîsa tirk jî çû. Serokê Partiya Nijadperest Devlet Bahçelî êdî di hemû civînên koma partiya xwe de gefên li dijî rojnamegeran roj bi roj zêde dike û bi gotinên wek “Em nîşeyên we digirin” dixwaze rojnamegeran bitirsîne. Rêxistinên sazî û dezgeyên çapameniyê bi helwesta “Êdî bes e” bertekên tund nîşanî van kiryarên Baxçelî dan.

Di Meclîsa Tirk de di navbera Wezîrê Karên Hundir Alî Yellîkaya û parlamenterên muxalefetêi ji ber tayînkirina qayum nikaş derket û dageriya hengameyê. Wezîr Yerlîkaya yê ji parastina çapameniyê berpirs di nava vê hengameyê de kamareya xebatkarê ANKA’yê da ber kulman. Em vê êrişa li dij rojnamegeriyê qebûlnakin û şermezar dikin. Ev jî dide xuyakirin ku em rojnameger û rojnamegerî di bin çi xetereyan de şexul dikin.

Di dawiyê de ji bo 25’ê Mijdarê pêwîstî bi vekirina parantêzek heye. Di Roja Têkoşîna Li Dijî Şîideta li Ser Jinê de bi 10 hezaran jin daketin qadan û li dij qatilkirin û tundiya li ser jinê sekneke xurt d nişan dan. Di van çalekiyan de gelek rojnameger at astengkirin û Muhabîra Ozgur Yurtaşê İrem Kabataş hat binçavkirin.

Rojnamegeran li gel van êrişan, bi carek tenê jî paşve gav neavêtin û a ku pêwist dikir pêk anîn. Rêjnamegerên ji binçavan hatin berdan bê ku navberek bixinê dest bi ristina nûçeyê û nivîsandina heqîqetê kirin. Li hember operasyonên ku navenda xwe Eskîşehîr bûn û li hember êrişên din ên li li dij rojnamegeran pêk hat ji aliyê me rojnamegeran ve bi tûndî hat pirotestokirin û peyama ku bi tu awayî dê paşve gavek jî neye avêtin hat dayîn. 18 saziyên rojnamegeriyê hatin gel hev û toreke bi hêz ya hevkariya rojnamegeriyê ava kirin. A ku dikeve ser me; bi hêzkirina vê torê ye.