NIRXANDIN
Di van pêvajoyên ku siyaseta şer roj bi roj tê gurkirin, xizanî û şerê taybet tê kûrkirun de zextên li ser çapameniyê jî zêdetir bûn. Di meha Îlonê de van zextan bênavber berdewam kir. Bi hinceta “Te çima nûçe çêkir” rojnameger darizandin û bi tora darazê bi sînor kirin. Polîs û leşkeran gelek caran li qadê rojnameger asteng kirin û nehiştin nûçeyan bişopînin.
Di meha Îlonê de mînaka zext û êrişa herî şênber li Colemergê pêk hat. Bi boneya ku nûçeya fuhuş û hişbirê çêkiriye polîsan bi sermala Nûçegîhana JINNEWS’ê Rabia Onver de girtin. Onver, rastiya ku li Colemergê herkes pê zane lê nawêra bîne ziman derxist holê. Lê li şûna ku rê li ber fihûş û hişbirê bigirin, avêtin ser mala rojnameger Onver. Onver a ku ji bo îfate çû adliyeyê dozgerê lêpirsînê, îfade jê negirt. Ev rewş û mînak, keyfiyeta darazê ya li dijî rojnamegeran û çapameniyê çawa wekî gopala tirsê bikartînin radixe ber çavan.
Hevkarê biçûk ê AKP’ê çend rojnamegerên têkiliyê MHP’ê yên bi mafya-çeteyan re hene bi belgeyan rayagiştî re parvekirin rastê gefa mirinê hatin. Rojnameger Fırat Can Arslanê ku nelirêtî û gendeliyên di nava şaredariya Karsê de hebûn kir nûçe jî bi gefa mirinê re rûbirû ma. Kesê bi rûpoş bi riya vîdeoyê gefa kuştinê li Rojnameger Murat Agirel xwer. Serokê Giştiyê Partiya Nijadperest MHP’ê Devlet Bahçeli jî bi gotina“Ji palasa bavê xwe dernekevin tolazno” gef li rojnamegeran xwer. Lê daraza tirk jî tenê li kesên gefa kuştinê xwar, temaşe kir.
Li gel ku kujer û berpirsên kuştina Narîna 8 salî nehatiye zelalkirin jî, medya alîgir mijarê wek bûyerake magazîn dide şîrovekirin. Ev medya alîgir ji serê bûyerê ve bi weşanên xwe agahiyan şolî dike û nahêle gel rastiya mijarê hîn bibe. Wezîrê Kararê Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ji bo kujer û hevkarên wî derxe holê berpirsê yekemîn e. Lê Yerlîkaya cihê ku kujar û hevkaran bibîne, hewl da rojnamegerê ku pirs jê kir bêdeng bike. Li gel van helwest û hewildanan jî rojnamegerên xwestin rastiyan aşkera bikin her roj bi gefan re rû bi rû man. Parazvanên wezîrê ku diçûn serdana Waliyê Amedê mudaxeleya waşana zindî ya Ferît Demir kirin û weşanê rawestandin.
Li Wanê rojnameger Kadir Cesur û Ruşen Takva di dema şopandina nûçeyê de hatin binçavkirin. Cesur û Takva bi hinceta ku “ketine herêma ewlehiya taybet” ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Leşkeran piştî binçavkirinê rojnameger birin qereqola li ser hidûd û bi seetan li wir rawestandin. Qereqolê bi biryara dozger dast danî ser cîhazên rojnamgeran. Ev hewildan raste rast mudaxeleya wergirtina mafê gel a nûçeyan e. Girtin û rawestandina di qereqolan de desteserkirina wênekêş û cîhazên din rojnamegeran bêhiquqiye û êrişa li dijî rojnamegeran e. Rojnameger Melek Avcı, Ahmet Kanbal û Medine Mamedoglu jî ji ber nûçeyên ku çêkirine der barê wan de lêpirsîn hatin vekirin.
Bi van zextan re biryarên qedexeya sansur û xwegîhandina nûçe û weşanan jî bê navber pêk tên. Ev li gel biryarên Dadgeha Bingehîn (AYM) didomin. Bi van tundiyan rêjeya biryara qedeqeyên xwegîhandina nûçe û weşanan derketiye asteke bobelat. Ev rêbaz wek parastina AKP’yiyan tê bikaranîn. 645 nûçe û parvekirinên medya dijîtal ên li ser Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun bi boneya mafên kesayetî tên binpêkirin xwe gîhandina agahiyan hat qedexekirin. Dadgeha 3’emin a Sulha Stenbolê li gor hejmar 2024/8772 İlon 2024’an vê biryarê girt. Biryara qedexeyê ya xwegîhandinê ji bo qonaxa Altun a li Bogaza Stenbolê hatin girtin. Şaredariya Mezin a Sitenbolê ji ber qonaxa qaçax bûn hilweşand. Biryara qedexeyê ya xwe gîhandina 396 entry, 5 sernav û 401 naverokên Ferhenge Ekşî ji ber îdiayên hilweşandina qonaxê û di mehek de sendina 4 muçeyan ya ji aliye Altun ve hatin derxistin. Rewşên wisa di serdenam Almanyaya Hitler de di piratîka Gobbels’in de jî nehatine dîtin.
Li gel van astengî û zextan em carekedin binê vê rastiyê xêz dikin ku çêkirina nûçeyan karê rojnamegeran e. Rojnameger neynika çivakê ye. Mîsyona darazê ewe ku îdiayên rojnamegeran bidarizîne û derbarê kesên ku suc kirine de biryarên îdarî bide. Lê ev rewş di serdema AKP’ê de berovajiye. Daraz azadiya çapameniyê tune dihesibîne û rojnemgerên nûçe çêdikin dike hedef.
Her çend zext û sansura desthilatdariyê û darazê li ser rojnamegeran zêde bibe jî em ê di nîvîsandina heqîqetê de bi tu awayî tavîz nedin. Helwest û biryardariya me ya aşkerakirina heqîqetê dê bidome. Wek helwest û biryardariya xebetkarên Çapamaniya Azad ên hatin qetilkirin; Wek, Berpirsa Weşana Rojnameyê Gurbetelli Ersoz û Nagihan Akarsel bi biryar be. Bi vê boneyê di salvegera dilovaniya Akarsel û Ersoz de wan û hevalê wan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.