RAPORA DFG'É YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA GULANÊ YA 2024'AN

RAPORA DFG'É YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA GULANÊ YA 2024'AN

                               NIRXANDIN

Zext û binpêkirinên li dijî rojnamevanan didomin. Desthilat bi vê yekê re jî namîne û armanc dike ku paketa darazê ya 9’emîn a xala bi navê “sîxûrtiya bandorkirinê” bike qanûn. Her rojnamevanê ku agahiyên ku di serî de desthilatê, kesên xwedî hêz aciz bike ji civakê re ragihînin dê di çarçoveya vê xalê de an bên darizandin an jî bên girtin. Helbet ev xal dê bandorê tenê li rojnamevanan neke, herkesên ku fikra xwe an jî agahiyekê parve bike dê di çarçoveya vê xalê de bikare were darizandin. Ligel vê qanûnê li welatekî ku azadiya raman û çapemeniyê û demokrasî lê nîne di serî de rojnamevan dê hemû mûxalîf bên bêdengkirin. Em weke Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê qanûneke wiha qebûl nakin. Em daxwaz dikin ku ev pêşnûme qanûn bi paş ve were kişandin.

Binpêkirinên li dijî rojnamevanan û azadiya îfadeyê û çapemeniyê ji roja ewil a mehê ve dest pê kirin. Hempîşeyên me yên karker û kedkarên ku xwestin ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran biçin Taksîma Stenbolê şopandin jî rastî êrişa polîsan hatin.

Xebatkarên çapemeniyê yên karker û kedkarên ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan dişopandin jî hatin derbkirin û bi kelemçekirinê hatin binçavkirin. Li Saraçhaneya ku yek ji wan deveran a polîsan êrişî karker û kedkaran kir, bi fermana amirê polîsan a “Çapemeniyê bimalin” li dijî rojnamevanan tundî pêk hat. Di vê êrişê de hempîşeyên me birîndar bûn û xebatên wan hatin astengkirin.

Di êrişa polîsan de nûçegihana Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal bi awayekî bi paş ve hate kelemçekirin û binçavkirin. Ji rojnamevanan Fatoş Erdogan û Ûmût Taştan dema şopandina nûçeyê de di encama mudaxileya polîsan de birîndar bûn. Rojnamevan Ûmût Taştan ji lingê xwe birîndar bû û fîşeka plastîk li Fatoş Erdoganê ket. Piştî 1’ê gulanê li dijî çalakiyên Taksîmê bi 3 pêlan operasyon hate lidarxistin û polîsan bi ser gelek mal û kargehan de girtin.

Yek ji navnîşana ku polîsan bi ser de girtin jî bû buroya Sendîka.Orgê. Di serdegirtina ku bêyî kes were agahdarkirin hate kirin de li ofîsa xebatê ya Sendîka.Orgê bi awayekî bêhiqûqî lêgerîn hate kirin. Di operasyona 3’yemîn a li dijî kesên tev li çalakiyên Taksîmê bûn hate kirin de jî piştî nûçegihanê Gazete Patîkayê Alî Kadîr Guler hate binçavkirin, hate girtin û şandin girtîgehê. Guler, piştî îtîrazên hatin kirin dû re hate berdan.

Desthilatê êrişên xwe yên li dijî rojnamevanan bi 1’ê gulanê bisînor negirt. Di 6’ê gulanê de li Amedê rojnamevan Nûrcan Yalçin û Derya Ûs bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Yalçin û Ûs piştî îfadeyên wan ên dozgeriya li Edliyeya Amedê ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlh a Nobedar ve di 7’ê gulanê de bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Di demekî wiha de li dijî rakirina tecrîdê li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên “Deng bide azadiyê” hatin destpêkirin. Li dijî van çalakiyan êrişa polîsan pêk hat û polîsan rojnamevanên dîmen û wêne dikişandin astengkirin. Heman astengkirin di çalakiyên ku piştî biryarên Doza Kobanê yên hatin aşkerekirin dest pê kirin jî pêk hat. Li Amedê di meşa ji Koşûyolû heta Qada Îstasyonê hate kirin de rojnamevan bi mertalan hatin dorpêçkirin û nehiştin ku rojnamevan karê xwe bikin. Dîsa rojnamevanên ku çalakî dişopandin bi gotina midûrê polîsan a “Heke hûn ji çalakgeran dûr nekevin dê derbarê we de kirarî bên destpêkirin” gef li wan hate xwarin.

Yek ji kesên ku gef li rojnamevanan xwar jî Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bû. Bahçelî yê rojnamevan û qenalên televizyonê yên mûxalîf hedef girt wiha got: “Em dixwazin di serî de televizyonên Halk, Sozcu û Nowê her kesê ku sûcdariyên neheq dike li dadgehan bê guhdarkirin.”

Di 23’yê nîsanê de rojekê piştî Roja Rojnamevanên Kurd di operasyona navenda wê Stenbolê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayûmat ên hatin girtin, piştî 24 rojan di 21’ê gulanê de hatin berdan. Zextên li dijî hempîşeyên me li girtîgehê jî berdewam kirin. Rojnamevan Dal di ketina girtîgehê de rastî lêgerîna tazî hat û di dema girtina xwe de bi newergirtina qawişê hate tecrîdkirin. Li Mehmet Aslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Sîncanê dihate ragirtin jî hejmartina li ser piyan hate ferzkirin.

Me meheke ku hempîşeyên me bi awayekî aşkere hatin hedef girtin li pey xwe hişt. Gelek hempîşeyên me bi lêpirsînên nû hatine destpêkirin di bin zexta darazê ya desthilatê de dimînin. Di meha gulanê de 4 rojnamevan hatin girtin û hejmara rojnamevanên girtî bû 42. Di 7 bûyerên ku me di rapora xwe de berfirehiya wan da de şopandina rojnamevanan a nûçeyan hatiye astengkirin û gef li wan hatiye xwarin. Di van astengkirinan de 4 rojnamevan rastî mûameleyeke nebaş hatin. Di meha gulanê de derbarê 10 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin û lêpirsînên derbarê 11 rojnamevanan hatine destpêkirin jî veguherîn dozê.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed ê li Herêma Kurdistana Federe ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû revandin piştî 211 rojan agahî jê hate wergirtin. Parêzerê Ehmed Beşdar Hesen piştî 211 rojan bi Ehmed re hevdîtin kir û ev peyam bi rayagiştî re parve kir: “Rewşa wî baş bû, dixwaze ku zexta rayagiştî were domandin.” Her çiqas agahî wergirtina ji Silêman Ehmed bibe cihê keyfxweşiyê jî ev yek tê re nake û em dixwazin hempîşeyê me demildest were berdan.

Yek ji navnîşaneke din a zexta li dijî rojnamevanên kurd jî bû Holanda. Serdar Karakoç ê roja rojnameya Ozgur Ulkeyê hate bombekirin li avahiya rojnameyê bû û niha li sirgunê rojnamevaniyê dike, di çarçoveya fermana Almanyayê de hate binçavkirin û dema binçavkirina wî 20 rojan hate dirêjkirin. Em vê êrîşa ku berdewama nêrîna serdestan a li dijî rojnamevanên kurd e şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku hempîşeyê me Serdar Karakoç demildest were berdan.

DANEYÊN ÎSTATÎSTÎKÎ YÊN RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN A MEHA GULANA 2024’AN

1-) BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ MAFÊ JIYANÊ Û EWLEHIYA ROJNAMEVANAN

Rojnamevanên rastî êrişê hatin                                2

Rojnamevanên bi ser malên wan de hatin girtin   4

Rojnamevanên hatin binçavkirin                               4

Rojnamevanên hatin girtin                                         4

Rojnamevanên rastî mûameleya nebaş hatin         4

Rojnamevanên gef li wan hate xwarin                      3

Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin 7 bûyer

Li girtîgehan binpêkirinên li dijî rojnamevanan        4

2-) BINPÊKIRINÊN AZADIYA RAMAN Û ÎFADEYÊ YÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN

Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin         10

Rojnamevanên derbarê wan de doz hatine vekirin                        11

Rojnamevanên hatine cezakirin

Hejmara kesan   10

Cezayê Hefsê      23 sal û 2 meh û 17 roj

Cezayê Pereyî     200 hezar lîre

Rojnamevanên darizandina wan berdewam dike

Hejmara Dosyayan 43

Hejmara Kesan        83

Hejmara rojnamevanên girtî (ji 3’yê hezîrana 2024’an ve)   42

3-) BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ MAFÊN CIVAKÎ Û ABORIYÊ YÊN ROJNAMEVANAN

Rojnamevanên ji kar hatin derxistin   1

4-) SANSUR Û ASTENGKIRINÊN LI DIJÎ SAZIYÊN ÇAPEMENÎ Û MEDYAYÊ

Cezayên RTUK’ê  Hejmara Weşanê 2

Cezayê pereyî    Du cezayên cuda yên ji sedî 2

Qedexeya Weşanê   10

5-) ASTENGKIRINA XWEGIHANDINA LI DIJÎ QENALÊN DÎJÎTAL Û ÎNTERNETÊ

Malperên înternetê yên hatin girtin                                                     307

Nûçeyên xwe gihandina wan hatin astengkirin                                  450

Naverokên medyaya dîjîtal ên naveroka wan hatine astengkirin   143

 

 

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG)