RAPORA DFG'É YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA COTMEHÊ YA 2024'AN

RAPORA DFG'É YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA COTMEHÊ YA 2024'AN

NIRXANDIN

Her çend bi vekirina sala nû ya qanûnçêkirinê re desthilata AKP’ê û MHP'ê daxuyaniyên 'nermbûnê' dabin jî, refleksa wê ya li qadê berevajî bû. Li her qadê pêkanînên antî demokratîk didomin. Me meheke ku êriş û zextên li dijî rojnamevanan zêde bûne li pey xwe hişt. Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li ser rojnamevanan bi awayekî berbiçav zêde bûne. Em dikarin bibêjin ku di meha cotmehê de ev binpêkirin derketiye lûtkeyê.

Di meha cotmehê de rojnamevanên li qadan dixebitîn hedef hatin girtin û nûçe çêkirina wan hate astengkirin. Tenê di meha cotmehê de 9 hempîşeyên me di dema şopandina nûçeyan de hatin astengkirin û bi tundî û gefa polîsan re rû bi rû man. Mînaka vê ya herî berbiçav jî bû êrişa li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad. Polîsên ku êrişî mitînga ku di 13’ê cotmehê de ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Amedê hate lidarxistin kirin, çar rojnamevanên jin di dema şopandina nûçeyê de astengkirin. Di 15’ê cotmehê de jî 3 rojnamevanên ku di çalakiya “Ji şer re na, a niha aştî” ya li bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê hate lidarxistin de nûçe dişopandin hatin astengkirin û binçavkirin. Desthilat, ji aliyekî gotinên “aştî” tîne ziman, li aliyê din jî li qadê li dijî kesên aştiyê dixwazin zext û êrişên xwe zêde dikin û rojnamevan hedef girtin. Di bingeha van polîtîkayên desthilatê de di meha cotmehê ya 9 rojnamevan hatin binçavkirin de, li 11 rojnamevanan mûameleya nebaş hate kirin û gef li 7 rojnamevanan hate xwarin.

Mesaiya rojnamevanan a li korîdorên edliyeyê ya daraz veguheriye amûreke dîzaynkirina siyasetê di meha cotmehê de bi awayekî zêde berdewam kir. Di encama van darizandinan de ku di 39 dosyayan de 104 rojnamevan tên darizandin li 11 rojnamevanan 19 sal û 8 meh û 13 roj cezayê hefsê hate dayîn. Derbarê 7 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin û derbarê 6 rojnamevanan de jî doz hate vekirin. Di îdianameyên derbarê rojnamevanan de hatin amadekirin de ji bilî nûçeyên li ser ekolojî û jinan nûçeyên derbarê tecrîdê de ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî îtîraf kiribû bûn mijara sûcdariyê. Di dosyayên rojnamevanên ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên darizandin de hewl tê dayîn li gorî îfadeyên şahidên “veşartî” û “aşkere” “têkiliya rêxistinê” bê avakirin.

Desthilata AKP’ê û MHP’ê li dijî mafê gel ê wergirtina agahiyan şer îlan kiriye. Vî şerî jî bi rêya RTUK û BTK’ê bi rê ve dibe.

Di bûyerên li Tirkiyeyê de yekem tişta ku desthilat dike bêdengkirina medyaya dîjîtal e. Ev yek ji sansurê wêdetir bûye rejîmeke zordar a faşîzan . Weke di cînayeta Narîn Guranê de, di êrişa TÛSAŞ’ê de jî mecrayên weke X, Înstagram, Facebook û Youtubê ku di cîhanê de herî zêde aboneyên wan hene ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Desthilata ku veşartina rastiyan a ji gel ji xwe re kiriye regez, xwegihandina 119 hesabên medyaya dîjîtal asteng kir, bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal gelek welatî jî binçav kirin.

Em dixwazin behsa rojnameya Yenî Yaşamê û Açik Radyoyê jî bikin. Xwegihandina gelek nûçeyên rojnameya weşana rojane dike, hatin astengkirin, di meha cotmehê de derbarê 3 hejmarên rojnameyê de biryara komkirinê hate dayîn. Weke ku ev biryara kevn tê re nekiribe, xwegihandina quncik nivîseke di rojnameyê de hate weşandin jî hate astengkirin. Her wiha belavkarên rojnameyê hatin binçavkirin û gef li wan hate xwarin.  Radyoya Açik ku cudahiyan di nava xwe de dihewîne, li ser pirsgirêkên civakî û krîza avhewayê disekine di weşana radyoyê de weke mînak tê nîşandan, bi salan e bi cezayên pereyan ên RTUK’ê re rû bi rû ye. RTUK’ê herî dawî, weşana Radyoya Açikê bi dawî kir.

Yek ji geşedanên girîng ên di meha cotmehê de pêk hatin jî bû derbaskirina pêşnûmeqanûna “Sîxurgeriya bandorkirinê” ya ji 23 xalan pêk tê ji Komîsyona Edaletê ya Meclisê ku rojnamevan û mûxalefet li dijî wê ne. Li gorî xala 16’emîn a pêşnûmeqanûnê ku tê payîn dê di rojên pêş de bînin Lijneya Giştî ya Meclisê bi guhertina TCK’ê re sûcekî nû yê têkildarî sîxuriyê bê avakirin. Derbarê kesên ev sûc kirine de ji 3 salan heta 7 salan dikare cezayê hefsê bê dayîn. Ev yek dê li dijî azadiya çapemeniyê bibe gefek.

Ji bilî van hemû binpêkirinên mafan, hevgirtina rojnamevanan û rêxistinên pîşeyî di meha cotmehê de rê li ber encamên girîng vekir. Di binçavkirina rojnamegeran a li Amed û Şirnexê û astengkirina şopandina wan a nûçeyan, girtina weşana Radyoya Açikê û danişîna biryarê ya derbarê Hevseroka me Dîcle Mûftûoglû de ku bi beraetê encam girt de, rêxistinên pîşeyî reflekseke hevpar nîşan dan û toreke girîng a hevgirtinê derxistin holê. Bi vê boneyê em spasiyên xwe pêşkeşî hemû rêxistinên pîşeyî yên piştevanî kirin dikin û bang dikin ku vê tora hevgirtinê mezin bikin.