RAPORA DFG'É YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA AVRÊLÊ YA 2024'AN

RAPORA DFG'É YA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A MEHA AVRÊLÊ YA 2024'AN

NIRXANDIN

Me rojnamegeran careke din 3’yê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegerên Cîhanê di nave şert û mercên êrişkar ên desthilatdarıyê de pêşwazî kir. Astengkirinên şopandina nûçeyan heta sansurê, binçavkirin û girtinên ji bo çêkirina nûçeyan heta serdagirtina malên rojnamigeran a tariya seherê de heleqa êrişan her diçe berfireh dibe.

Di destpêka meha Nîsanê de mafê memnu yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan bi destê YSK’ê hat betalkirin. Gelê Wan’ê bi yekser daket kolanan û  xwedî li Şaredarê xwe derket. Rojnamegerên êriş û tundiya polîsan a li dij van çalekiyan dişopandin rastê tundiya polîsan a gazaza isotê, êrişa fişekên pilastî û ava şid hatin. Polîs wêne û dîmenên hevpîşeyên me jêbirin û rojnamegerê tundiyan polêsan kişand bi mirinê hat tehdîtkirin. 

Di 1’ê Gulanê de li Stenbolê jî heman wêne derket holê. Polîsan rojnamegerên girseya kedkar û xebatkarên dixwestin bimeşin Taksîmê dişopandin derp kirin , destên hin ji wan kelepçe kirkin û ew kirin binçavan. Di Saraçhaneyê de li ser ferana amîrê polîsan a; “Çapameniyê durxin” rojnameger rastê êrişeke berfire hatin. Di vî êrişê de hevpîşeyên me birîndar bûn, xebatên wan hatin astengkirin.

Çewan ku êrişên polîsan ên bi ser çalakiyên gel ên civakî de pêk tên ne li gor zagonên dadgeha bingehîn in, di heman rengî de astegkirin û êrişkirina bi ser rojnamegerên hewl didin rewşê ji rayagiştî û cîhanê re ragihînin re jî ne li gor zagonên dadgeha bingenînin û suc in! Ev kiryarên suç çiqasa li dij çapamenî û azaiya raman e ewqasa jî li dij mafê wergirtina ragihandinê ya gel e. 

Di vê mehê de jî astengiyên li dij medya dijîtal û xwe gîhandina nûçeyan dewam kir. Di rapora me de diyar dibe ku 3 malperên internetan hatin girtin. Xwegîhandia 23 nûçe û 16 navarokên medya dijîtal  hat astengkirin. Pirtirên van astengkirinan li ser daxwazên bersucên destdirêjiyê, îstîsmara zayendî, nelirêt û gendeliyê pêkhatin. Bi van rêbazan ser rastiyan naye perdekirin.

Zexta herî giran a li ser rojnamegeran girtin û tewqufkirin e. Hedef bêdengkirina rojnamegeran û veşartina heqîqetê ye. Ji bo vê rojnameger tên girtin û wan davêjin nav çar dîwaran. Navenda xwe Stenbol di seetên girêdayê Roja Rojnamegerên Kurd de di destpêka 23’yê Nîsanê de li dij rojnamegeran êriş û operasyon pêk hat. Bi ser malên rojnamegeran de hat girtin. 9 rojnameger hatin binçavkirin. Piştî 4 rojan muhabîrê  Ajansa Mezopotamya Esra Solin Dal, Mehmet Aslan  û rojnameger Erdogan Alayumat hatin girtin. Di dozgerî û dadgeriyê de pirs nûçeyên ku rojnamgeran bi xwe çêkirine ji wan hat kirin. Fezlekeyên rojnamegeran bi nuçeyên li ser pirsgirêka Kurd, tecrîda li ser Serokê PKK’ê Abdulllah Ocalan û çalekiyên li ser van mijaran hatiye ristin. Tê xwestin ku rojnameger û mijarên nûçeyên ku rastiya civakê vedibêje  kiriminalize bikin. Em careke din destnîşan dikin ku mafê rojnamegeran nîn e  pirsgirêkên welatên ku lê dijîn re çavên xwe bgirin û ji nedîtî ve bên. Çêkirina van nûçeyan ne sûc e û ew ji ber van xebatên xwe yên aşkerakirina heqîqetê nayên darizandin. Peywira bingehîn a rojnameger ev e ku rastî û heqîqetê ji bo gel û rayagiştî aşkera bike. Her çend ev “nûçeyên rastiya jiyanê û civakê” desthitadariya siyasî û dardorên hêzperest nerhet bike jî çêkirina van nûçeyan ne suc e. Ev bi peymanên navteweyî hatine ewlekirin.

Bi operasyona navenda xwe Stenbolê re polîsên Belçîkayê bi rengeke korsanî avêtin ser Medya Haber û Stêrk TV’ê  jî. Derî hatin şikandin, xesar dan alavên teknîka weşanê, ji bo weşan bê astengkirin qabloyên cîhazan hatin birîn.

Aşkera dibe ku zext û êrişên li ser rojnamegerên kurd di pêşengiya desthilatdariya nijadperest de li her derî didome. Van êrişên bêbext û dij mirovîn heta anha rojnamegerên Kurd, çapemeniya azad bêdeng nekir û dê ji vir û şûn ve jî bêdeng neke.

Di 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapameniya Cîhanê de  careke din em van daxwazên xwe dubare dikin; Di serî de her 3 hevpîşeyên hevalên me yên rojnameger û bi giştî hevpîşeyên me yên girtî divê bê berdan. Rojnamegerî ne suç e. Di esasê xwe de darizandina wan sucê mezin e! Heta çapamenî azad nebe ne pêkane ku qala civakeke azad jî bê kirin.