RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFAN A MEHA ADARÊ YA LI DIJÎ ROJNAMEGERAN

RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFAN A MEHA ADARÊ YA LI DIJÎ ROJNAMEGERAN

NIRXANDINA RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFAN A MEHA ADARÊ YA LI DIJÎ ROJNAMEGERAN

Me meheke wisa li pişt xwe hişt ku derbeyên giran li ser derbirîn, raman û azadiya çapemeniyê pêk hatine. Di meha Adarê de rojnamegerî; hem bi argumanên aborî hat tengavkirin hem jî bi binçavkirin, girtin û bi êrîşên fizîkî hedef hat girtin. Daneyên li hember rojnamegeran ên der barê binpêkirinan de derketine holê yên di meha Adarê de, li karneya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê weke teniyê hatiye mohrkirin.

Mercên giran ên Saziya Danezanê ya Çapemeniyê (BİK) danîne pêş malperên înternetê û guherînên di algorîtmayên Googleyê de pêk hatine, dijwarkirina medyaya sebixwe didome. Bi polîtîkayên aboriyê yên hikumetê saziyên çapemeniyê tên givaştin. Ji ber vê polîtîkayê piştî xwepiçûkkirina Arti Gerçek, Medyascope û 10Haberê Gazete Duvarê diyar kir ku dawî li weşana xwe aniye. Dîsa Dengê Amerîkayê, li ser daxwaza Trump hate girtin.

Ligel hemû êrîşên aborî, rojnamegerî li ser piyan disekine û rojnamegerên hewl didin peywirên xwe bînin cih li qadên xebatan bi her cure êrîşan re rû bi rû dimînin. Polîsan bê hevseng û serbest mudexileyî protestoyên gel kir ku piştî serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû di 19ê Adarê de hat binçavkirin û paşê jî hat girtin dest pê kiribû.  Bi van mudaxileyan re 17 rojnameger bi muameleya tund re rû bi rû man. Şopandina nûçeyan ji bo rojnamegeran bi awayekî kêfî hat astegkirin.

Di meha Adarê de 21 rojnameger hatin binçavkirin. 17 rojnameger ji ber şopandina protestoyan hatin binçavkirin. Di 24ê Adarê de Yasîn Akgul, Alî Onûr Tosûn, Bulent Kiliç, Zeynep Kûray, Kûrtûlûş Ari, Gokhan Kam û nûçegihan Hayrî Tûnç li Stenbolê hatin binçavkirin. Berê der barê wan de bi şertê kontrola edlî biryara serbestberdanê hat dayîn, paşê ji ber ku dozger biryara xwe guhert hatin girtin. Guherina biryarê ya dozger weke ‘talîmat hat’ hat şîrovekirin û piştî ku bertek zêde bûn rojnameger du rojan şûnde hatin berdan. Di meha Adarê de 8 rojnamegerên di nav wan de rojnamegerê Swêdî Joakim Medin jî hebû hatin girtin, ji bo İsmaîl Saymaz jî biryara girtina li mal hat birîn.

Desthilatdariyê hewl da bi awayekî zordestî bertekên gel biçewisîne, ji bo rojnamegerên ku protestoyên li sûk û kolanan radigihandin adeta şer da destpêkirin. RTUKê bi gefên sansurê weşanên kanalan da rawestandin, hesabên medyaya civakî yên saziyên rojnameger û çapemeniyê yên ku hewl didan dengê sûk û kolanan ragihînin dinyayê hatin girtin. Hesabên medyaya civakî yên rêxistinên ciwanan ên bertekên demokratîk nîşan didan, rêxistinên hiqûqî yên ku li dijî îşkenceya li sûk û kolanan têkoşîna hiqûqê didan û saziyên jinan ên têkoşîna li dijî qetlîamên li ser jinan didan hatin girtin. Sê rojnamegerên biyanî yên hem çalakiyên Newroz hem jî Saraçhane dişopandin hatin dersînorkirin, yek jî hat girtin.

Serokê RTUKê weke Gobbelsê serdema Hîtler tevdigeriya, pêşiyê gef li kanalên protesto diweşandin xwar paşê li kanalekê 10 roj cezayê reşkirina ekranê,  li 4 kanalan jî rawestandin û cezayê pere birî. Xê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê ji bo 700 hesaban astengkirina ragihandinê aniye û tespît kiriye ku 269 hesabên di nav de rojnameger, rêxistinên ciwan û jinan jî hene astengkirina ragihandinê anine ser wan. Bi hesabên takekesî tê payîn ku ev hejmar li ser 700an in.

Di vê pêvajoyê de hesabê Bîanetê, hesabê înstagramê yê Ajansa Mezopotamyayê hatiye girtin, li ser daxwaza Femandariya Cenderme ya Golbaşi ya ku xwe bi peywira girtina malperên nûçeyan dihesibîne navnîşana web a Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin. Ji bo 3 malperan astengiya ragihandinê pêk hat, li ser 6 nûçeyan astengiya ragihandinê hat danîn.

Demeke ku hemû ev êrîş dewam dikin de ligel rexneyên tund ên parastvanên azadiya derbirînê, nûçedêr û hiqûqparêzan, Pêşniyaranûna Sîber Ewlehiyê ya ku AKPê amade kiribû û anîbû MMMT (TBMM) di meclîsê de hat qebûlkirin û pê re azadiya çapemeniyê derbeyeke mezin xwar.

Îktîdar, êrîşên li dijî azadiya raman, derbirîn û çapemeniyê didomîne û dîmenê heyî her diçe tarî dibe. Bi rik û înada vê tariyê re rojnameger li ser peywira xwe ji nivîsandina rastiyê bi israr in. Em careke din dubare dikin; tu hêz nikare pêşî li rastiyê bigire. Rojnamegerî nikare bê darizandin.

KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FIRATÊ