RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN

RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN

NIRXANDIN

Îro 3’yê Kanunê ye. Bûraya navendi ya Rojnameya Ozgur Ulke ya li taxa Cagaloglu ya Stenbolê û bûroyên wê ya li Kadirga û Enqereyê hem wext hatin bombekirin. Fermana vê êrişê rasterast ji aliyê Serokwezîra demê ve hat dayîn û di encamê de xebatkarê Ozgur Ulkeyê Ersîn Yildiz jiyan axwe ji dest da. Armanca bombekirina avahiyên rojnameyê ev bûn ku rê li ber ragihandinê bigirin ku gel agahiyan negire. Lê belê kedkarên Çapameniya Azad dotira rojê bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne” rojnameşa xwe derxistin. Bi vê encama pîroz helwest û biryardariya Çapameniya Azad berz kirin. Xebatkarên rojnameya Ozgur Ulkeyê hem deng li desthilatdariyê û hem jî deng li hempîşeyên xwe yên ku li hember vê êrişa mezin bêdenk mabûn kir. Ew kesên ku di wê serdemê de li dij êrişê bêdeng man îro jî heman kesin ku “Zagona Sansurê” ya dixwaze hemû medya muxalîf bêdeng bike pesend kirine.

Piştî êrişa bombeyi ku 13’ê  Mijdarê li Taksîma Stanbolê  pêk hat desthilatdarî dest bi sansurê kir ku gel bê agahî bihêle. Bi rêbazên “Lewazkirina hêza bandê” malperên înternetê û platformên dijital hatin astengkirin. Di vê êrişê de 6 kes jiyana axwe ji dest dan û 80 kes jî birindar bûn. Li gel ku hemû pîsporên bêalî destnîşan kirin ku ev êriş bi destê hevkarên desthilatdariyê pêk hatiye jî desthilatdarî êrişê kir hincata êrişa bir bi ser Bakur Rojhilatê Sûriyê re. Vaşartina van êrişên ku dibin sedemê karesatên mezin bi tu awayî naye qebûlkirin. Tê xwestin kiryar û pilangerên van êrişan bên vaşartin û rayagiştî di derbarê mijarê de nebin xwediyê agahiyên rast. Em wek Komaleya Rojnamegerên Dicle û Firatê ji bo wergirtina mafên agahiyên rast yên gel dê hata dawiyê têbikoşin.

Ew hişmendiya ku duh rojnameyan didan ber bombeyan, di 20’ê Mijdarê de jî gelek bajarên Bakur Rojhilatê Suriyeyê û Herêma Federel a Kurdistanê bombe barand. Di van êrişên ku şûnwarên şêniyan kir armanc de hejmareke zêde sivîl jiyana xwe ji dest dan. Di van êrişan de rojnamegerên ku peywira xwe pêk dianî û nûçeyan dişopandin jî bûn hedefa û jiyan axwe ji dest dan. Muhabîrê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Îsam Ebdullah dema xwest encama êrişa li Derîkê qeyd bike ew bi xwe bû hedef û jiyana xwe ji dest da û muhabîrê Stêrk TV’yê Mihemed Ceradî jî birîndar bû. Sed mixabin ev êriş ne êrişa yekemîn û ne jî dê bibe êrişa dawî.

Van qetlîam û operasyonên li dij çapameniya Kurd, Operasyonê reşkirina heqîqetê û bêdengkirina rojnamegeran e. Ev desthilatdariya ku di dijberî û dijminahiya kurdan de tu sînor nasnake bi tu awayî dê nikaribe rê li ber Çapameniya Azad bigire. Çapameniya Azad dê neye bêdengkirin û di her şert û mercê de rastî û heqîqeta şer ji hemû aliyan ve ji bo gel dê ragihîne. Hewildana rojnamegeran ya ji bo bîranîna Rojnameger Îsam Ebdullah ya li Amedê bi hinceta biryara qedexekirina waliyê AKP-MHP’ê rê li ber hat giritin.

Kedkarên Çapameniya Azad yên pênûsa  Ersîn Yildiz ’ya 1994’an hildaı û heta bi îro anîn dê îro jî xwedî li mîrateya Îsam Ebdullah derkevin û têkoşîna wan a ji bo şopandina heqîqedê bê navber dê bidomînin.

Daxwaza hikûmeta AKP-MHP’ê ya di şert û mercên şer de pêkanîna hilbijartinan rasterast rojnamegeran kiriya hedef. Xebat û têkoşîna kedkarên Çapameniya Azad ji bo ronîkirina rastiya nûçeyê bi înad didome. Li gel ku bi vê xebata xwe dibe hedef û tê girtin jî ji medya alîgir û desthilatdariyê re înat her diçe xurtir û meztir dibe. Di operasyona 8 Hezîranê de li Amedê 16 û di operasyona 25’ê Cotmehê de ku navenda xwe Enqerebûn de 9 hempîşyên me hatin girtin. Hevpîşeyên me yên kû di Hazîranê de hatine kirtin ev 5 mehê wan li paş ma. Lê hê jî ji bo wan îdîaname nehatiye amadekirin. Îtîraza ji bo hevpîşeyên me yên 29’ê Cotmehê hatin girtin jî bi hinceta dozger di desturê de bê bersiv ma. Tu daneyên ku wek sûc bê dîtin û di îdianameyên rojnamegerên girtî de bidin nîşandin nîn e. Lê daxwaz ev e ku rê li ber xebatê rojnamegeriyê bê girtin û tenê bi vê armancê rojnameger di girtîgehê de tên hiştin. Em careke din bi dengeke bilind dibêjin ku em vê qebûl nakin û dixwazin demildest hemû hevpîşeyên me yên girtî serbes werin berdan.