JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
(Serkeftin ji bo tevahiya rojnamevanên kurd yên ku li ser rêya heqîqetê ne)
22’yê Nisanê Roja Rojnamegeriya Kurd… Rêwitiya ku ev 126 sal in didome.
Em wek rojnamegerên ku dil dane ragihandina heqîqetê û wek kedkarên çapemeniya azad Roja Rojnamegerên Kurd pîroz dikin.
Wekî ku tê zanîn rêwitiya Rojnamegeriya Kurd, 126 sal beriya niha destpêkir. Ev rêwitiya ku ji aliyê Mîkdad Mîdhat Bedîrxan ve bi rojnameya Kurdistanê dest bi çîroka xwe kir, di demek kin de pêl bi pêl mezin bû û di sedsala 21’mîn de wek behreke ku di hembêza xwe de heqîqetê dihebîne bandor li cîhanê kir. Di vê pêvajoya demdirêj de wekî rojnameya Kurdistan û Kowara Hawarê gelek berhemên din ên çapemeniyê ji bo gelê Kurd bûn nîşaneyên serkeftinê. Her çend ev rêwitiya pîroz di jiyana sirguniyê de destpêkiribe jî çapemeniya Kurd di warê çapemeniya heqîqetê de li tevahiya cîhanê wek sembolekê hat pêşwazîkirin.
Wekî ku tê zanîn, yekemîn rojnameya Kurd di 22 Nîsana 1898’an de li Qahîreyê bi navê Rojnameya Kurdistanê, bi tîpên Erebî hat çapkirin. Bi vê yekê ve rojnamegeriya Kurd jî dest bi rêwitiya xwe kir. Em dikarin bêjin ku Rojnamegeriya Kurd, ji bo gelê Kurd tê wateya hişyarbûn û destpêkirina têkoşîna nasnameya netewî. Piştî ku Rojnamegeriya Kurd dest bi xebatên xwe kir, di warê bîr, bawerî, zanistî, nûjentî û rewşenbîriyê de jî ji bo gelê Kurd bingeha newtewbûnê hêdî hêdî afirî.
Di her serdemê de rojnamegerên Kurd rastî zextên giran hatine û ev yek îro jî bi heman rengî didome. Dîroka rojnamegeriya Kurd jî vê yekê bi zelalî radixe ber çavan. Di pêvajoya 126 salan de, rojnamegeriya Kurd her tim rastî qedexe û astengiyan hat. Bi taybet di van 22 salên dawîn de bi gotineke din di serdema desthilatdariya AKP’ê de rojnamegeriya Kurd di her warî de bi konsepteke nû ya êrîşan ve rû bi rû ma. Sedema vê ya herî bingehîn jî israra wê ya heqîqetê bû. Lewre, rojnamegeriya Kurd bêdengiya li ser êrîşên ku li dijî nasname, çand û ziman pêk dihatin perçe kir.
Piştî ku Têkoşîna gelê Kurd li Rojhilata Navîn belav bû ji bo Rojnamegeriya Kurd jî pêvajoyeke nû destpê kir. Li dijberî hewldanên tunekirina dîroka Kurd rojnamegeriya Kurd heya niha roleke girîng lîst. Zilm û zordariya li ser gelê Kurd an nedihat dîtin an jî ji heqîqetê dûr dihat xistin. Ev yek di rojev û rastiya civakê de valahiyeke mezin afirandibû. Lê belê ev valahî bi Rojnamegeriya Kurd ve tije bû.
Bêguman salên 90’î ji bo rojnamegeriya Kurd bû destpêka serdemeke nû. Bi pêşengtiya Mûsa Anter û Gûrbetellî Ersoz ve rojname û kovarên ku bi Kurdî û Tirkî hatin çapkirin têkoşîna rojnamegeriya Kurd pêl bi pêl mezintir kir. Ev têkoşîn di heman demê de bû kevneşopiya Rojnamegeriya Kurd. Di vî warî de Azadiya Welat û Ozgur Gundem bûn pêşengên vê kevneşopiyê.
Di vê rêwitiya pîroz de gelek berdêlên giran jî hatin dayîn, gelek nav û kesayet bûn cangoriyên rêwitiya ragihandina heqîqetê. Wekî Apê Mûsa, wekî Gûrbetellî Ersoz, wekî Cengîz Altûn, Huseyîn Denîz, Hafiz Akdemîr û gelek kedkar û pêşengên Çapemeniya Azad. Israra Rojnamgerên Kurd a heqîqetê bi wêrektî û biryardariya wan ve bi wate bû. Bi saya wan têkoşîna heqîqetê bi dawî nebû û îro jî wekî roja destpêkê didome. Em tevahiya wan pakrewanan jî bi rêzdarî bi bîr tînin.
Bi berdêlên giran rojnamegeriya Kurd li gel tevî astengî û qedexeyan pêl bi pêl mezin bû û destkeftiyên giranbûha bidest xist, serdemên dîrokî buhurand. Li gel tevahiya zextan 126 sal li pey xwe hişt. Lê rojnamevanên ku li ser şopa heqîqetê meşiyan, bi berdêla canê xwe, bi berdêla azadiya xwe dev ji ragihandina heqîqetê bernedan.
Bi vê bîr û ferastê em 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd careke din pîroz dikin û ji tevî dildarên ku li ser şopa heqîqetê dimeşin re serkeftinê dixwazin.
KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FIRATÊ