10.01.2024
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
(Rojnamegerên xebatkar dê ji heqê vê zordariyê jî bên der)
10’ê çile, li Tirkiyeyê ji sala 1961’ê heta niha, piştî zagona hejmar 212’an ku hin maf û ewlehiya rojnamegeran mîsoger dike, ket meriyete; wekî Roja Rojnamegerên Xebatkar tê qebûlkirin. Lê gelo li Tirkiyeyê bi rastî jî rojnameger dikarin bixebitin? Divê ev mijar lêpirsîna wê bê kirin. Li tevahiya cîhanê rojnameger bi pirsgirêkên cûda re têdikoşin. Hêj di şeran de bi dehan rojnameger dibin xurbanê şer. Li Tirkiyeyê jî azadiya çapemeniyê di dîrokê de her tim bû pirsgirêk û heta îro hat. Ji serdema Osmanî heta avakirina Komarê, ji îqtîdara Partiya Demokratîk, pêvajoya darbeyan, heta salên 90’î û herî dawî jî heta rejîma AKP’ê rojnameger bi rejîma tundirav re rû bir û man. Di mijara azadiya çapemeniyê de, pirsgirêkên îro jî ji pirsgirêkên sedsalên borî ne cudatir in. Heta niha pirsgirêk ji yên sed salên borî dijwartir bûne.
Her çend 10’ê çile ji bo rojnamegeran rojek girîng be jî mixabin rastiya ‘rojnamegeriyek hatiye hepiskirin” hê jî bi awayekî dilsoj li pêş me ye. Ji ber wê yekê ye ku pîrozkirina wê xwe ji awayê şeklî xelas nake. Bi kurtasî ji bo 10’ê çile, em bibêjin roja “Rojnamegerên naxebitin” em wê zêde mezin nakin.
Çapemeniya azad û rojnamegerên kurd ku li dijî zext û bêhiqûqiyên li ser azadiya çapemeniyê ya li welat dengê xwe bilind kirin û rêveçûna heyî qebûl nekirin, di salên 90’î de wekî nefesekê derket holê. Lê bi zext û qetilkirinan hewl dan vê nefesê tune bikin. Bi dehan hevalên me yên rojnameger şehîd bûn. Avahiyên rojnameyên me bombe kirin. Buroyên me yên rojnameyan hatin girtin. Rojnamegerên bi rûmet, hatin darizandin, girtin û hatin sirgûnkirin. Li gel vê yekê jî mirov dîsa dikare qala çapemeniya azad ku berxwedan û têkoşîna xwe berdewam dike, bike.
Piştî wê di serdema 22 salên dawî de, bi taybetî di 10 salên dawî de li holê ye ku îktîdara AKP’ê çapemenî anîye çi halî. Îro ji xeynî rojnamegerên ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tên û rojnamegerên ku pênûsa xwe nafiroşin, saziyên din ên çapemeniyê û xebatkarên wan, hema bêje, nikarin bêyî fermana dewletê tev bigerin û nikarin serbixwe bixebitin.
Rojnamegerên ku bi rûmeta xwe têdikoşin jî, ji bo azadiyê canê xwe didin û dest ji rastî û heqîqetê bernadin. Bêguman dema rewş wisa be, raste rast dibin hedefa êrîşan. Li qadê dema nûçe dişopînin, gelek astengiyan derdixin pêşiwa wan. Pergala ku zextan pêş dixe, rojnamegerên ku nikare wan li qadê asteng bike, vê carê bi rêya darazê wan asteng dike. Saziyên darazê jî bi temamî li dijî hiqûqê biryaran didin û hiqûqê qetil dikin. Wekî ku dema em li binpêkirinên mafan ên di sala 2023’an de dinerin, em dibînin ku darizandinên rojnamegeran derketine asta herî jor. Ev jî nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê rojnamegerî çiqas zor e.
Di rewşek wisa de Wezîrê Dadê li çavê mirovan dinere û dibêje “Rojnamegerên girtî tune ne”
Lê daneyên rojnamegerên girtî li pêş çavan in. Hê jî zêdeyî 50 rojnamegerên girtî hene. Yek ji vana jî Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dicle Muftuoglu ye. Ji xeynî vê yekê jî çend roj berê hevalên me yên rojnameger hatin berdan. Di navbera salên 2022-23’an de bi dehan rojnameger hatin girtin û hatin berdan. Hê jî gelek rojnamegerên hatin girtin hene.
Rojnamegerên ceza xwarine hene. Di rojên dawî yên salê de jî rojnameger hatin girtin. Furkan Karabay hêj nû hat berdan. Îro ku ji bo rojnamegeran rojek taybet e, 6 hevalên me yên rojnamegerên jin dê derkevin pêşberî dadgehê.
Tenê ji ber ku ji bo hevalên xwe yên girtî dengê xwe bilind kirin; lêdan xwarin, hatin binçavkirin û der barê wan de doz vebû. Ji ber van rastiyên heyî, em dibêjin em “Bi rastiya îqtîdara ku rojnamegeriyê qetil dike” re rû bi rû ne.
Li ruxmê van hemû rastiyan, dîsa em 10’ê çile Roja Rojnameger ên xebatkar li hemû rojnamegerên bi rûmet pîroz dikin. Bi şiara “Çapemeniya azad, civaka azad” em bi mezinkirina piştevaniyê dikarin bêtir vê zordarî û zilmê têk bibin.
KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FIRAT (DFG)