Ji bo xwedî derketina rojnameger Gok û Oruç em li pêş Edliyê bin

Ji bo xwedî derketina rojnameger Gok û Oruç em li pêş Edliyê bin

12/09/2023

JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ RE
(Ji bo xwedî derketina rojnameger Gok û Oruç em li pêş Edliyê bin)

Rojnameger ji nûve û dîsa bi dozek nû re rû bi rû dimînin. Rojnameger tên tawanbarkirin, darizandin û tên xwestin ku bên cezakirin. Hevalên me yên yekane armanca wan geşedanên heyî bi raya giştî re parve bike, ji ber karê ragihandinê ji azadiya xwe bêpar tên hiştin. Piştî çend meh şûnde hêj nû derdikevin pêşberî dadger.

Di 25’ê Nîsanê de ji ber îfadeyên kesekî ins û cînsê wî nediyar, di encama operasyonekê de hevalên me Abdûrrahman Gok û Mehmet Şah Oruç hatin binçavkirin û girtin. Hevalên me dê di 14’ê Îlonê de derkevin pêşberî dadger. Piştî 142 roj şûnde hîn nû derdikevin pêşberî dadger.

Angaştnameya der barê wan de hat amadekirin, bi temamî li ser xebatên rojnamegeriyê hatiye amadekirin. Xebatên rojnamgeriyê kirine mijara sucdariyê. B van sucdariyan hevalên me tên darizandin.

Der barê Abdurrahman Gok de bi angaşta “Endamtiya Rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan û bi angaşta “Propaganda rêxistinê” ji salekê heta 5 salan cezayê hepsê dixwazin. Danişîna yekemîn a dozê dê di 14’ê Îlonê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.

Der barê rojnameger M. Şah Oruç de jî bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” û “Propaganda rêxistinê” bi giştî 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dixwazin. Di angaştnameya Oruç de armanc dike ku ji yekê zêdetir sûc kirine û bi vê yekê dixwazin cezayê wî zêde bikin. Dixwazin cezayan li ser hev bide. Danişîna Oruç jî dê di 14’ê Îlonê de li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlisê bê dîtin.

Em baş dizanin ku herdu hevalên me jî di rojnamegeriyê de pir serkeftî ne. Em dizanin rojnamegerên gelek serkeftî ne. Ev rastî ji aliyê raya giştî ve jî tê zanin. Bi van dozên der barê wan de vekirine dixwazin tolê ji “Rojnamegeriya baş” hilînin.

Her çendî bi mehan e bi bawayekî fîzîkî ji pişeyên xwe û ji me hatine dûrxistin jî nikarin rojnamegeriya wan asteng bikin. Ew nivîsandin, vegotin û gotinên xwe berdewam dikin.

Lê divê ev baş bê zanîn ku; herdu hevalên me jî ne bi tenê ne. Hempîşeyên wan, hevalên ku wan ji nêzîk ve nas dikin, xwînerên wan, li wan xwedî derketin û dê xwedî derkevin. Ji ber vê sedemê di 14’ê Îlonê roja pêncşemê saet di 10.30’an de em ê li pêş Edliyeya Amedê bin. Em ê careke din nîşan bidin ku rojnamegerî ne sûc e. Em ê bêjin Rojnamegerî Ne Sûc e.

Em hemû hempîşeyên xwe, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, saziyên demokratîk û gelê xwe vedixwînin pêş edliyê da ku piştgiriyê bidin rojnamegeran. Em ji bîr nekin ku ya tê bêdengkirin dengê we ye. Em li dengê xwe û qerîna xwe xwedî derkevin!

KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE FIRATÊ