13.12.2023
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
(50 roj derbas bû, rojnamevan Silêman Ehmed hê jî wenda ye)
Rojnamevan Silêman Ehmed ji 25’ê Cotmehê ve ji hêla PDK’ê hatiye revandin û tu agahî jê tine. Ev 50 roj e ku her roj bang li PDK’ê tê kirin da ku di derbarê aqubeta wî de agahî bide lê mixabin PDK weke kerr û kora tevdigere û xeber bi guhê xwe ve nabe. Ev nêzîkatiya PDK’ê di desthilatiya 20 salan de kiryarên PDK’ê yên di derbarê azadiya çapemeniyê, ya fikr û raman de tîne bîra mirov.
Li Başurê Kurdistanê desthilatiya PDK’ê, di hêla azadiya fikr û raman de ji welatên sêyemîn ê cîhanê paşverûtir xûyadike. Ev gotinên me ne îddîayên ji rêzê ne, bingeheke wê ya demdirêj heye. Gelek mînakên sereke ku rêveberiya PDK’ê di qada navnetewîde tengav kiriye hene û ev yek ji bo me daneyeke esasî ye.
Wek tê zanîn edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed nêzî 50 rojan e ji hêla PDK’ê ve hatiye revandin. Ev buyer kiryarên PDK’ê yên di derbarê çapemeniyê û zextên li ser rojnamevanan tîne bîra mirov. Ji ber ku di desthilatiya PDK’ê ya 20 salan de kiryarên bi vê rengê pir hatine jiyan kirin. Ji astengkirina saziyên çapemeniyê bigrin, heta qetilkirin û zindanîkirina rojnamevanan PDK û rêveberiya herêmê xwedî kiryarên pir qirêj in.
Em hinek mînak bidin;
-Di sala 2008’an de Soranê Mame Heme hate qetilkirin û heya niha kujerên wî nehatine diyarkirin. Soranê Mame Heme her wiha yekem şehîdê çapemeniyê li Başur e.
-Rojnamevan Serdeşt Osman jî di 4’ê Gulana 2010’an de li Hewlêrê hatibû revandin û piştî du rojan cenazeyê wî nêzî Mûsilê hate dîtin.
-Di 13’ê Tebaxa 2016’an de peyamnêrê Rojnews’ê Wedat Hisên ji hêla hêzên girêdayî PDK’ê ve hate qetilkirin. Heft sal di ser de derbas bû, kujerên Wedat ne hatin ceza kirin. Dev ji wê yekê berdin, PDK îsal jî nehişt ku malbat û rêhevalên Wedat herin ser gora wî û ew bi bîr bînin.
-Di 3’ê Adara 2017’an de ji aliyê peşmergeyên PDK’ê ve li dijî bajaroka Xanesorê êrîş pêk hat. Di vê êrîşa ku 5 endamên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn de rojnamevan Nujiyan Erhan jî birîndar bibû. Piştî 20 rojan jiyana xwe ji dest da.
-Herî dawî di 4’ê Cotmeha 2022’yan de rojnamevan û lêkolîner Nagehan Akarsel bi hevkariya PDK’ê ji hêla dewleta Tirk ve hate qetilkirin.
Li Herêma Federal a Kurdistanê ji xeynî van buyeran di gelek aliyan de astengkirina li dijî rojnamevanan pêk hatin. Rojnamevan li herêmên ku di bin kontrola PDK’ê de ne nikarin bi awayeke azad xebatên xwe bimeşînin. Di sala 2020-2021’an de dema çalakiyên gel yên li dijî gendelî û qeyrana aborî rû dan, di protestoyan de gelek rojnamevan jî hatin îşkencekirin, hatin girtin û hatin sirgun kirin.
Li gorî rapora Yekîtiya Sendikaya Rojnamevanên Kurdistan, di sala 2020’an de li hember 365 rojnamevan û 47 saziyên medyayê 138 car binpêkirinên mafan pêk hatiye. Li gorî rapora Komeleya Parastina Mafên Rojnamevanan – METRO Center jî, di sala 2022’an de li Kurdistana Federal li hember 301 rojnamevanan 431 pinpêkirinên mafan pêk hatiye. Rojnamevan di dema şopandina nûçeyan de 195 car hatine asteng kirin, amûrên 68 rojnamevanan hatine desteserkirin.
Ev buyerên me jimartin jî di derbarê nêzikatiya PDK û rêveberiya Başur de fikrekî dide avakirin. Niha tevahiya Kurd û dostên wan, rojnamevanên azad û ragihandina navnetewî, dixwazin ku agahî ji Silêman Ehmed bigrin. Em careke din bînin ziman; em daxwaza rojnamevan Silêman Ehmed dikin, em dixwazin aqubeta wî hîn bibin û rojek berî rojekî bê berdan. Her wiha banga me ji bo tevahiya sazî û dezgeyên rojnamevanî û tevahiya raya giştî a demokratîk re, ku ji bo aqubeta Silêman Ehmed dengê xwe bilind bikin û vê neheqiyê qebûl nekin.
KOMELEYA ROJNAMEVANAN A DÎCLE FIRATÊ (DFG)
KOMELEYA ROJNAMEVANÊN JIN A MEZOPOTAMYA (MKG)