123 Sal Derbas Bû Lê Kelecana Rojnamevanên Kurd Bi Dawî Nebû

123 Sal Derbas Bû Lê Kelecana Rojnamevanên Kurd Bi Dawî Nebû

22.04.2021

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

(123 Sal Derbas Bû Lê Kelecana Rojnamevanên Kurd Bi Dawî Nebû)

“Di vê cerîdeyê de ez ê behsa qencîya îlm û marîfeta bikim; li ku derê mirov dielime, li ku derê medrese û mektebên qenc hene, ez ê nîşa Kurda bikim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaret çawa dibe; ez ê hemîya hîkat bikim. Heta nuho kesê cerîdekê holê nenivîsîye. Ev cerîdeya min a ha, ya ewwulî ye.”

Mîqdad Mîdhet Bedirxan 123 sal berê bi van gotinan dianî ziman mebesta xwe ya derxistina Rojnameya Kurdistan. Dema wî rojnameya yekem çap kir, di nava kelecaneke mezin de bû. 123 sal derbas bû lê kelecana rojnamevanên Kurd bi dawî nebû.

Bê gûman rojanamegerî li her erdnîgarê wek pîşeyeke herî dijwar tê pênasekirin. Em dikarin bêjin ku îro li her deverên cîhanê yek ji pîşe û kesên ku herî zêde rastî pêkutiyan tên rojnamegerî û rojnamevanin. Bi taybet ger mijar rojnamegeriya Kurd be, ev yek zêdetir derdikeve pêşberî mirov.

Lêgerîna heqîqetê ya ku di 22’yê Nîsanê sala 1898’an hîmê wê ji hêla Mîqdad Mîdhet Bedirxan ve bi rojnameya Kurdistan hat avêtin, pêl bi pêl mezin bû. Kovar û rojnameyên di serdema borî de hatin çapkirin ji bo Kurdan bûne banga serkeftinê. Her çiqas ev serpêhatiya rojnamegeriya Kurd li sirgûnê be jî, bi xebata xwe yê behempa bûne sembol li cihanê.

Di pêvajoya 123 salan de rojnamegeriya Kurd di her kêliyên jiyana xwe de rastî zext û pêkutiyên cur be cur hat. Sedema vê ya herî bingehîn jî israra ragihandina heqîqetê bû. Li hemberî dagirkeriya li ser nasname, çand û zimanê Kurd, bêdengiya cîhanê bi têkoşîna rojnamegeriya Kurd perçe dibû. Ji bo civaka Kurd pêwistî bi rojamageriya Kurdî hebû û rojnamgeriya Kurdî li hemberî dagirkeriyê di hişyarbûna gelê Kurd de roleke mezin lîst.

Em dikarin bêjin ku bi salên 90’î û pêde di warê dîtbarî û nivîskî de ji bo rojnamegeriya Kurdî pêvajoyeke nû destpê dikir. Bi pêşengtiya Musa Anter û Gurbetelî Ersozsan bi rojname û kovarên ku dihatin derxistin rojnamegeriya nivîskî a bi zimanê Kurdî û Tirkî geş dikir. Ev yek bingeha kevneşopiya çapemeniya azad a ku wek rihê rojnamgeriya Kurd tê dîtin ava kir.

Li Tirkiyê hebûna çapemeniyek azad her tim pirsgirêk bû… Lê belê di dema desthilatdariya AKP’yê ku nêzî 20 salin rêveberiya Tirkiyê dikin ev rewş xiraptir bû. AKP’yê ku rojnamegeran wek “terorîst” îlan dike, li dengên cûda tehammûl nake. Ew medyaya xwe ava kirine û bi avakirina çapemeniya alîgir, dixwazin civak bi temamî ji rastîyan dûr bêxin.

Li gel ewqas pêkutiyan jî têkoşîna rojnamegeriya Kurd ev 123 salin bê navber dimeşe. Asta ku em gihîştinê, welatên cîhanê rastiyan êdî ji rojnamegeriya Kurd hîn dibe. Li gel kêmasiyan jî saziyên ragihandinê bi xebat û nûçeyên xwe ji bo çapemeniya cîhanê êdî dibin çavkanî.

Helbet di serkeftina rojnamegeriya Kurd de divê mirov şehîdê çapemeniyê bi rêzdarî bibîr bîne. Ji bo ragihandina heqîqetê bi dehan rojnamegerên Kurd canê xwe fida kirin. Ji Apê Mûsa, bigrin heta belavkarên rojnameyan şehîdên me ji bo çapemeniya azad bûne pêşengê rastiya rojnamegeriya Kurd.

Lê belê wekî her serkeftinê berdêla serkeftinên çapemeniya kurd jî çêbûn. Şopdarên heqîqetê carna di nav çar dîwaran de pênûsa xwe bi kar anîn, carna jî bi berdêla canê xwe heqîqet ragihandin. Biryardarî û israra heqîqetê bi saya wan kesên dildarên çapemeniya azad watedar bû. Bi saya wan û şopînerên wan tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû û ew kelecana roja destpêkê îro jî berdewam dike.

DİCLE FIRAT GAZETECİLER DERNEĞİ